16 Nisan 2015 Perşembe

Gaziya Pêxember (Peygambere Nida/Çağrı)

Li van çol û van beyaran, em in nenas û bêkes
Her rêzan û rênîşanê, vê civakê her dem tuyî.

Li nav hov û van kûviyan, tenha mam im ez îro
Piştevan û destegîrê m’her dem û çax dîsa tuyî

Tuyî serdarê ometê, tuyî serwerê cîhanê
Ji bo heyber û hebûnan, nav û nîşan her dem tuyî


Rêber tuyî, serdar tuyî, pêşengê min her dem tuyî
Zana tuyî, danas tuyî, mamostê min her dem tuyî

Taca seran, eşqa dilan, stargehî j’bo mezlûman
Tuyî qasidê Xweda y’min, pêxemberê m’her dem tuyî

Şeng û şahî rêka te ye, tuyî asoyê rehmetê
Bê te cîhan şevtarî ye, rohnîdarê m’her dem tuyî

Li asoyan wek tav hilat, bi te şa bûn hemû welat
Bûn asûde w’tev hêwirîn, xemrevînê m’her dem tuyî

Tîrejên ku ji te derhat, rewneq veda l’şar û kelat
Tuyî mizgîn, tuyî xelat, doz û daxwaz her dem tuyî

Mizgîndarî j’bo mirovan, parêzvanê dad û maf î
Nimûneya dilovanyê, mehdervanê m’her dem tuyî

Dilê tije b’kul û keser, li hawîrdor bibû heder
Tu bûy bijîşk û şîfadar, da û derman her dem tuyî

Bê te dilê m’jar û xemsar, her bedbîn û sîtemxwarim
Lê min bawer heye her dem, hêvî w’biryar her dem tuyî

Şagirdên te, şerwanên te, hemû bi nav û bi deng in
Rengareng e ometa te, boyaxkarê m’her dem tuyî

Rohnî l’dinê te belav kir, li bindestan te çav vekir
Ê d’xewê de te hişyar kir, her qaîd û pêşber tuyî

Reben, pepûk û belengaz, kesên bêkes, jar û lawaz
Bi yek dengî dikir awaz, bersivdanê wan her tuyî

Hemû pêxwaz û belengaz, jar û xizan kesên lawaz
Ji Xwedê b’lava û daxwaz, mehdervanê wan her tuyî

Ên ku zordar û sîtemkar, ên ku kedxwar û xwînxwar
Te ew ji jor tev anîn xar, şoreşvanê dadmend tuyî

Kes û civak, mal û malbat hemû êl û xizm û ezbat
Digel nûra b’te re hîlhat, aştîsazker her dem tuyî

Çi keç û jin, kole w’nezan, te hişyarkir ew tev rabûn
Yekser rizgar û azad bûn, piştevan û destek tuyî

Mirin heye, nîne veger, disojînim can û ceger
Her asûde w’aramya me,  fêrhatim ku meger tuyî

Qîrînan bindestên cîhan, hilkişiya banê gerdûn
Kom u girsê gelên zebûn, îro l’ bende w’hêviya teye

Em her û her li pey te nin, şopajotên doza te nin
Cangorî û pakrewanin, her armanc û mebest tuyî

Yunus Amedî/2010 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder