14 Şubat 2022 Pazartesi

Xewna Xwêşik!..

          Zivistan bû. Xwedê rehma xwe ewqas dabû ku çokek/çogek berf li erdê bû. Diya min a ku di nav nivînan de nexweş radimedî//radiket, kûrkûr difikirî. Bo ku derdekî xwe hebû; kê wê royê/rojê karên malê bikira, kê yêmê /êmê heywanên bêgûneh bidaya?

Ez çûm ba diya xwe, min destên we yên bimbarek paç/maç kir û min got: Meraq/xem neke diya min/daye! Bes bila canê te sax bî. Ez ê hiro/îro hemû karan bikim. Tu dibê çawa ne weyne/ne wisa? Ger tu bixwazî ez ê yek bi yek ji te re bibêm/bêjim.

Di serî de ez ê sobeya te bi êzingên mazik tije bikim û vexênim/vêxim. Vaye gumgumkê te jî tije av e. Çaxa ku ez li binê dewêr hatim, heta we/wê demê av jî bikele înşelah ez ê çaya te kê/jî demkim.

Vayê pêşî ez ê dakevim axur; nav devir, binê heywanan bi sizikê bimalim, zivil/zibil têxim sepetê/selikê û bavêjim derve. Paşê sewa yêmkirine ez ê afirên wan paqij bikim. Dû re ez ê canega/ga û mangeyan/çêlekan bi qaşaxiyê bixurînim. Li paş xûrandinê sewa ku binê heywanan şil nebe, ez ê zibilê toz yê ku me berê da zûha kiribû li binê wan bireşinim.

Paşê ez ê herim kadîna resiyan. Resiyen ku me di biharê de badabû hurkim/ biçirim. Resiyên hurkirî bi teştê bigirim, herim kadîna kayê û bi torbeyekî/kîsekî kayê re tevlihev bikim. Ez ê bo ku pezê reş/bizin û nêrî bixwin di nav dehîga ku me mehên payîz de hazir/amade kiribû; hembêzek çilo derxînim û di kadîna wan de darxinim/daleqînim.

Dû re ez ê afirên mihikan/mehiyan bi kayê tijî bikim. Paşe, bona  mijandina berx û karikên ku nû zayîne, ez ê wana li çîtê piçûk derxinim bibim ba dayikên wan. Sewa ku têr biçêrên, ez ê dîk û mirîşkan derxînim derve; ger di pûnikê de hêk hebin, ez ê wan hêkan bigirim têxim sepeta ku te di dîwêr de darxistiye.

Ez ê yemê /êmê ku li kadînê hatiye amadekirin, bi heman rengî li afirên dewêr belav bikim. Paşê jî kuşneya ku me bi distêr/destar hûr kiribû û du çeng avêtibû nav avê birijînim. Di dawiya dawî de bo taştê ez ê derkevim qatê jor.

Min bona taştê, sewa diya xwe sifreyek xweşik/dewlemend hazir kir. Di sifrê de/Li ser sifrê rûn û çolik, nanê gilgil, çengek kakilên gûzan, zeytûn, mutiye/dims tuyan û tasek şîr heye/hebûn. Vaye rabe diya min, rabe ku em bi hev re taştê bixwin.

Diya min got: “Lavkê min!.. Xwedê pî û baskên te neişîne; Xwedê emrekî dirêj û bi xêr bide te înşelah.”

Piştî vê gotinê ez bi dengê tirimbêlekê bi xwe hesiyam/şiyar bûm. Mixabin, derket holê ku ku ev tenê xewnek bû. Bêguman, ez pir/zêde xemgîn û dilkeser bûm. Paşê min go/gote: Şikir ji Xwêdê re ku xewna min bi Kurmancî bû.

Bimînin xêr û xweşiyê de.    

                                             

Memdoğlu…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder