2 Mart 2021 Salı

Kes Nizane!..

Ax siltana dilê min!..

Tu kesî nezanî bû,

Û tu kesî ho jî nekir.

Tenê te, delalîka dilê min,

Tenê te.

 

Te di nav dilê min de malêk ava kir.

Dîwarên wê, eşqa te bû.

Ronahiya wê jî şewqa rûyê te,

Û çavên te yên reş bûn.

 

Deriyê wê malê rûkeniya te,

Dilgermiya te bû.

Mêvana wê malê, siya te,

Û xeyala te bû.

 

Vaye neçar mam.     

Kula dilê min xwîn dide.

Lê!..

Dîsa kes nizane,

Tu kes nizane...


Memdoğlu...



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder