Ey delalîka dilê min!
Haya te heye ku
Kulek di nava dilê min de yê?
Were!..
Tu bi çavên xwe yên reş kula min derman bike.
Min bi helbest û çîrokên xwe dilê te hembêz kir.
Lê!..
Tu di xewek kur da bûy ku…
Dîsa bi xwe nehasiyayî.
Istirkan, çav diavêtên nava şevê.
Ewran, şewqa hîvê girtîbû.
Bayekî hunik bi rûyê min şa dibû.
Çilkên baranê serê min dişûşt.
Tenêtiya min, guhdariya dilê min dikir.
Min ho kir ku!..
Tu kulîlkek tuneye ku bi serê xwe veneke.
Min ho kir ku!..
Dara ku tenêtî nagihêje wê,
Ocaxa ku tenêtî neketiye hûndirê wê,
Û dilê ku tenêtiyê neşewitandiyê tuneyê.
Min ho kir ku!..
Tenêtî bi serê xwe evîneke tahlê.
Memdoğlu…